Nîşaneka din a kozmosê: Galaksiya Cartweel

Ayşenûr Ozel

Di gerdûnê de gelek tişt hene em pê şaş dimînin. Heta niha jî teqez hê gelek tişt hene em nizanin çi ne, çawa ne. Nediyariya gerdûnê me dikşîne nava xwe. Ne gerdûn cilde, komstêr, gaz, asteroid, toz û çehla reşa tê de jî ji bo fêhmkirina ji fenomenên xwezayî grîng in.

Ji nava van tiştan tiştê me mehtel dihêle komstêr in. Hê di sala 1610an de bi keşfa teleskobê Galile Galileo ji bo binyata wan wiha gotibû; “Komikên bi qasî bi serê çavê xwe yek bi yek neyên ji hev derxistin û wekî komikên stêrkan ên dûr ên hatine ba hev.”

Bêguman hingî jî ew nîqaşên li ser komstêran hebûn. Meraq dikirin çend komstêr hene li gerdûnê. Îsbata yekê ya hejmara komstêran di sala 1995an de bû. Birêveberê Enstîtûya Zanistî ya Teleskoba Fezayê Robert Williams ji bo hejmara komstêran hesab bike Teleskoba Fezayê ya Hubble da cihekî tarî û teleskob 10 rojan li wir ma. Di vî wêneyê Qada Kûr a Hubble de 3 hezar komstêr (galaksî) xuya bûn. Ji bo komstêrka Hirça Mezin îsbada yekê konut wênê bû.

Di vê lêkolînê de mantiq konut bû; hûn bi teleskobê çi qasî fotonan kom bikin hûnê ew qasî komstêran bibînin. Ji ber ku komstêr yanê galaksî komikên stêrkan in. Stêrk jî bixwe xwedî foton yanê xwedî ronahiyekê ne. Ji ber vê yekê jî ji bo dîtina komstêran lêkolîna demdirêj hewce ye. Bi vê fikrê di sala 2003-2004an de di herêmeke nû ya komstêrka Fornaxê de lêkolîneke demdirêjtir kirin. Mesken lêkolîn heta 23 rojan kişand. Di encama vê lêkolînê de 10 hezar komstêr(galaksî) dîtin.

Hejmara komstêran hê jî ne diyar e. Ji bo em bikaribin hemî komstêran bibînin teknolojiyeke astbilind hewce ye. Aniha jî ew tişt ne pêkan e. Bûtçeyeke zêde û xebateke ji yên heta vê rojê jî mezin dixwaze. Lê belê heta niha teleskobeke wisa heye ji hemî teleskoban baştir û serketîtir e. Ew jî Teleskoba Fezayê ya James Webb e. Beriya Teleskoba James Webb Teleskoba Hubble navdar bû lê em niha tabanının Teleskoba James Webb jê serketîtir e. Her wiha serketîbûna xwe bi vî wêneyê komstêra Cartwheel bi me jî nîşan da. Di lêkolîna dawî de Teleskoba James Webb ji bo em ji nediyariya vê gerdûnê fêhm bikin bû alîkar. Dîmena galaksiya Carthweelê ya bi 500 milyon leza ronahiyê dûr, derxist pêşiya me.

Di dîmena Cartwheelê de rengên pembe û şîn zêdetir bûn. Şiklê wê yê niha bêguman ji yê berê cudatir bû. 440 milyon salan beriya niha heta bi komstêrekê li hev ket komstêreke pêçokeyî bû. Piştî lihevketina stêr û komstêran bêguman şiklê wan jî diguhere û tabanın tiştekî din. Komstêra Cartwheel jî ji xelqeyeke navendî ya bi stêrkên ciwan tijî, xelqeyeke li derdorê ya bi stêrkên nû çêdibin û ji stêrkên ji ber supernovayê mirine, wekî şiklê çerx pêk hatiye. Konut dîmen ji kamerayên Near-Infrared an jî NIRCam û Mid -Infrared an jî MIRI hatiye komkirin.

Ev wêne nîşan dide komstêra Cartwheel di milyar salan de çi qasî guheriye. Şiklê wê çawa em kevirekê bavêjin behrekê pêleke gilover çêdibe, wekî wê ye. Gelek stêrnas wisa difikirin komstêra Cartwheel bi şiklê xwe ji gelek komstêran cudatir e. Li gorî NASAyê vê dîmena Teleskoba Fezayê ya James Webb ji bo fêhmkirina Kozmosê gaveke gelekî mezin e. Komstêra Cartwheel ji bo çêbûna stêrkan û çehla reş agahiyan dide me.

Belkî bala we jî kişandibe navê Teleskoba Hubble wekî berê nayê gotin. Xuya ye Teleskoba James Webb hêdî bi hêdî bi cihê Teleskoba Hubble digire…

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*